Stoltenberg: Agirbesta bakurê Sûriyê dikare bibe bingeha çareserîyeke siyasî

dibêje hewldanên me bo çareser kirinê didomin
کوردستان TV
100%

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg diyar kir ku agirbesta bo rojhilata bakurê Sûriyê dikare bibe bingeheke çareseriyeke siyasî.

Stoltentenberg ser peymanên dawî yên bo Sûrîyê, bê ku navên peymanan bibêje da zanîn ku wan dîtiye ku bo çareseriya siyasî gavên erênî dikarin werin avêtin.

Wî ser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê ya li Soçî got ku ‘’Bo dîtina encamên wê hîn zû ye’’

Wezîrên berevanî yên endamên NATO dê ser Sûriyê kom bibin.

Stoltenberg da zanîn ku ew bo bidawîkirina şerê li Sûrîyê dikarin pêşniyazan binirxînin û diyar kir ku divê di wan pêşniyazan de hemî aliyên li Sûriyê hebin.

Voa

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.