Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Sero Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê yê  li Iraqê John Wilkes kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Kurdistan û Iraqê ragihand.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî yên li ser asta herêmî û navdewletî û her wiha nirxandina gefa dûbare serîhildana terorîstên DIŞIê mijareke dinê vê civînê bûn.

Di berdewamiyahevdîtinê de bi hûrî rewşa Rojava û hatina penaberan li Sûriyê ji bo Herêma Kurdistanê xiste ber behs û her dû alî dijayetiya xwe ji bo egera guherîna demografya li wê navçeyê ragihand û ji bo wê jî wê yekê bi baş zanî ew penaber ji tirsa şer navçeyên xwe bi cîh dihêlin. Her li nav axa Sûriye û li cîheke aram ya nêzîkî sînor, wargeh ji bo wan dirust kirin û civaka navdewletî jî hevkariya bi lez ji bo wan dabîn bike. Her wiha her dû alî hevrê bûn ku ew rewşa aloza niha ziyanê bi hewlên hevbeşên dijî terorê digihîne û metirsiya serhildana DIŞIê li Sûriye û Iraqê zêdetir dike.

Di beşeke din ya vê civînê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê hate kirin û her dû alî hevrê bûn ku pêwîste daxwaziyên rewayên hemwelatiyan bêne bi cîhkirin û projeya xizmetguzariya li navçeyên navîn û Iraqê bêne bi cîhkirin û rewşa jiyana xelkê bê baştir kirin.

Derbarê rewşa Îraqê de Serok Barzanî tekez kir ku nabê rê bidin wan şaşî û kêmasiyên berê bixin stûyê hikûmeta niha ya Iraqê û ewên ku bi xwe sedema gendelî û kêmasiyan bûne siwarê lehiya neraziya xelkê bin û bixwazin ziyanê bi kabîneya Dr Adil Abdulmehdî bigihînin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.