Mark Esper: Tirkiye tawanên cengî dijî Kurdan kiriye

dibêje tevahiya wan belgeyan rast û dirostin
کوردستان TV
100%

Wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku Amerîka naxwaze di navbera du endamên NATOyê de şer derkeve.

Esper derbarê operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku mixabin raportên gelek samnak û bitirs ji deverê digehêjin me, di nava wan raportan de behsa vê yekê tê kirin ku Tirkiye derheqê Kurdan li Sûriyeyê tawanên cengî pêk aniye.

Esper eşkere kir ku ev bo xwe ti goman ali ser rastî û dirostiya wan raportan nîne û tevahiya belgeyên heyî vê yekê îsbat dikin ku Tirkiye tawanên cengî derheq bi Kurdan kiriye.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.