Polîsan bi ser mala Eren Keskînê de girtiye

di nava mala vê de lêgerîn kirine
کوردستان TV
100%

Polîsan bi ser mala Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya İHDyê de girtiye. Keskîn di dema serdegirtinê de ne li malê bûye. Polîsan li nava malê lêgerîn kiriye.

Polîsan duh bi şev (22yê Çiriya Pêşiyê, roja sêşemê) bi ser mala Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) de girtiye. Lê Eren Keskîn ne li malê bûye. Polîsan ji dêya Eren Keskînê pirsî ne ku Keskîn bê ka li ku ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Keskînê gotiye, ew bi polîsan re axiviye û ev zanyarî dane: “Ji min re gotin divê tu biçî Beşa Dijterorê. Min jî ji wan re got ez ê werim. Ez jî nizanim ji bo çi bang li min kirine.”

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.