Ofîsa Kordînasyona Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) diyar kir ku piştî operasyona Tirkiyê ya dijî bakurê Sûrîyê 180,00 sîvîl ji herêmê koç kirine.
OCHA bi daxuyanîyekê ragihand ku êrîşên Tirkiyên dijî bakurê Sûrîyê trajedîyeke mirovahiyê çêkiriye.
Neteweyên Yekbûyî (NY) dîyar kir ku Kurdên ku di bin êrîşên leşkerên Tirk de mane, di têkoşîna dijî DIŞI de di enîyên li pêş de şer kirine, Tirkiye wan wekî terorîst dibîne û êrîşên dijî wan ser xwestek Amerîka sekiniye.
OCHA da zanîn ku bi operasyona Tirkiyê binesazîyên krîtîk xirab bûne û amaje kir ku çar navendên saxlemiyê jî bi êrîşan zarar dîtine.
Operasyona Tirkiyê ya dijî bakurê Sûrîyê di 9’ê Cotmehê de destpê kiribû.
Li gor Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî operasyon destpê kir 80,000 zarok koç kirin, 5 zarok jiyana xwe ji dest dan û 26 zarokên din jî birîndar bûn.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin