Li gor jêderên nûçeyan li Rojhilata Kurdistanê, duhê dadgeha înqilab ya bajarê Sineyê çar welatiyên Kurd ceza kiriye.
Li gor jêderan, dadgehê cezaya çar salan girtîgehê bo wan her çar welatiyên Kurd der kiriye.
Jêder behsa vê yekê dikin ku ev her çar welatiyên Kurd bi hinceta propagende kirin li dijî rejîma Îranê hatine mehkûmkirin.
Ev her çar welatiyên han di dema merasîma bîranîna şehîd Dr. Qasimlû li Sineyê de hatibûn binçavkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin