Nameya Serok Donald Trump ya di 9’ê Cotmehê de ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re şandiye, hat weşandin.
Trump di nameyê de bang li Erdogan dike ku ew li hev bikin.
Trump nivîsîye: Tu naxwazî bibî berpirsê kuştina bi hezaran kesan û ez jî naxwazim bibim berpirsê hilweşandina tunekirina aborîya Tirkîyê, lê ez dikarim bibim. Jixwe bi Qeşe Brunson min mînakeke biçûk dabû te.
Trump bi berdewamî ji Erdogan re dibêje ku ‘’Min hin kêşeyên te çareser kirin. Tu dikarî rêkeftineke pir baş çêkî. General Mazlum (Kobanî) bo danûstandinan hazir e û dikare dev ji hin tiştên berê dev jê bernedidan, berde’’
Serokê Amerîka di nameyekê de dîyar dike ku ew nameya ku General Mazlum ji wî re şandiye, bi awayekî veşartî, ji wî re dişîne.
Trump nivîsîye: Eger tu vî îşî rast û însanî çêkî, dîrok dê bi awayekî erênî li te binêre lê ku çênebe dê heta hetayê mîna ku li şeytanan binêre dê li te binêre. Nebe mêrekî sert, bêfehmiyan neke. Ezê piştre li te bigerim.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin