Suzan Samanciyê romanek bi Kurdî nivîsandiye: Mîrzayê Reben

nivîskar behsa rewşa zilamên Kurd di romanê de kiriye
کوردستان TV
100%

Romana Suzan Samanciyê ya nû "Mîrzayê Reben" her çiqas bi navê xwe di serîde dilê mirovan bişewîtîne jî, dema mirov dest bi xwendinê dike fikrên mirov digûhere.

Nivîskara kurd Suzan Samanciyê, di destpêka nivîskariya xwe heta roja îro gelek  roman û çîrok nivîsandiye. Pirtûkên wê bûye mijara  lêkolînê. 

Her çiqas pirtûkên wê li ser kurdan be jî heta niha bi zimanê tirkî nivîsandiye. Cara yekemîn bi navê "Ew Jin û Mêrên Bi Maske" pirtûkek çîrokan sala 2015an (Weşanxaneya Avesta) hatiye weşandin.  Niha jî bi romaneke  bi navê "Mîrzayê Reben" derdikeve pêşberî xwendevan.  

Romana Suzan Samanciyê ya nû "Mîrzayê Reben" her çiqas bi navê xwe di serîde dilê mirovan bişewîtîne jî, dema mirov dest bi xwendinê dike fikrên mirov digûhere.

Roman di derbarê zilamekî kurd yê ku ji welatê xwe koçî welatê Ewropayê, Swîsrê kiriye.  Lehengê romanê Mîrza ye.

 Mîrza kevneşopîya feodal a li welatê xwe, bi şêweyekî nûh makyaj dike û hemû jiyana xwe ya  Ewropayê bi vî awayî berdewam dike.

Bianet

 

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.