Li gor jêderên nûjdariyê ji Bexdayê, hijmara wan kesan ku di xwepîşandanên Bexdayê de hatine kuştin bo 60 kesan zêde bûye.
Jêderên nûjdarî behsa vê yekê dikin ku hijmara wan kesan ku di encama alozî û pevçûnên wan rojên derbasbûyî li Bexdayê de canê xwe ji dest dane 60 kese û zêdetir ji 500 kesên din jî birîndar bûne.
Tê gotin ku kuştî ji xwepîşander û hêzên ewlekarî ne û birîndar jî her wisa ji xelkê medenî û hêzên ewlekarî ne.
Weke tê zanîn roja sêşema derbasbûyî xwepîşandan li Bexdayê destpê kiriye û hîn jî didome.
Herwiha hinek aliyên din yên ku asta bawermendiya wan nehatiye diyarkirin, dibêjin heta niha zêdetir sed kesan hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin