Îran du dîplomatên Îraqê eşkence kiriye

li Meşhedê hatine girtin û eşkencekirin
کوردستان TV
100%

 Hêzên ewlekariyên Îranê du karmendên ser bi wezareta derve ya Iraqê ku bi erkeke fermî li Îranê ne li bajarê Meşhedê girtin binçava û îşkence li wan kirin.

Li gor belgenameyên fermî ku konsulusxaneya Iraqê li Meşhedê ku bo ofîsa wezîrê derveyê Iraqê Mehemed Elî Hekîm re hatine şandin, hêzên ewlekariya Îranê du karmendên wan li ser şeqamê girtine, herçende her du karmendan parêzbendiya dîplomasî ya li wî welatî hebûye jî, lê hatîne îşkence kirin.

Di nivîsa konsulusxaneya Iraqê de tê gotin, ser wê yekê ku her du karmend bo şevekê xistîne girtîgehê û dûv re ji dadgehê re hatine şandin û beranber bi azadkirina wan ji zîndanê daxwaza kefaletê hatiye kirîne.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.