Festîvala Filman a Silêmaniyê sibê dest pê dike

ev 4mîn festîvale tê organîzekirin
کوردستان TV
100%

Festîval wê sibê bi “Sisters in Arms” (Xwişkên Cengê) dest pê bike û wê ji Tirkiyeyê jî gelek filmên bi kurdî û tirkî bên nîşandan.

4em Festîvala Filman a Silêmaniyê wê di navbera 1 û 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê de bi rê ve biçe. Di festîvalê de wê ji gelek welatan bi sedan film bên nîşandan ku li gorî zanyariyên komîteya festîvalê daye 5 hezar filman serî lê daye.

Mijara sereke ya îsal “ka werin em derdorê bi hev re biparêzin” e û ji bo vê mijarê wê hin bername bên li dar xistin û film bên nîşandan. Bi vê re tê armanckirin ku balê bikişînin ser vê rewşê û bihêlin ku polîtîka derbarê vê mijarê bipêş bikevin.

Festîval wê sibê bi Filmê “Sisters in Arms” (Xwişkên Cengê) dest pê bike ku Caroline Fourest derhênera filmî ye. Film behsa têkoşîna jinên kurd a li dijî DIŞIê dike.

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.