Kanada milk û malên Îranê firot

li ser kesûkarên qurbaniyên terorê hatiye dabeşkirin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya dorpêçên cîhanî yên li ser Îranê de, hikûmeta Kanadayê ragihand ku di pêngavekê de yaku bi mebesta cîhbicîh kirina dorpêçên li dijî Îranê û qerebû kirina kesûkarên qurbaniyên terorê de hatiye avêtin, milk û malên Îranê yên li Kanadayê hatine firotin.

Hikûmeta Kanadayê diyar kiriye ku tevahiya milk û malên rejîma Îranê yên li Kanadayê ji aliyê hikûmetê ve dest li ser wan hatiye danîn û hikûmet ev milk û mal firotine.

Herwina tevahiya hesabên bankî yên Îranê jî hatine biloke kirin û 25 miliyon dolar yaku dahata wan hesab û milk û malane li ser kesûkarên qurbaniyên terorê hatiye dabeşkirin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.