Çapemeniya Îraqî li ser zarê artêşa Îraqê belav kir ku li parêzgeha Selahedînê derbeke dijwar li terorîstên DIŞIê hatiye xistin.
Li gor çapemeniya Îraqê di encama êrîşên asmanî yên balefirên Îraqî de bo ser pêgehên terorîstên DIŞIê li parêzgeha Selahedînê herî kêm15 terorîst hatine kuştin.
Jêderên leşkerî ji çapemeniya Îraqê re diyar kiriye ku di çarçoveya heman êrîşan de 9 terorîstên din yên DIŞIê jî xwe radestî hêzên leşkerî kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin