Parlamana Brîtanya careke din hilbijartina pêşwext red kir

Serokwezîr daxwaza hilbijartinên pêşwext dike
کوردستان TV
100%

Parlamana Brîtanya careke din hilbijartina pêşwext red kir.

Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson xwest ku di 15’ê Cotmehê de hilbijartina pêşwext li dar keve, lê rikeberiyê ew nepejirand.

Bo daxwaza Johnson were pejirandin herî kêm 434 deng hewce bûn lê tenê 293 parlamanteran erê kir.

Rikeberiyê berê dîyar kiribû ku ewê hilbijartina pêşwext nepejirînin. Rikeberî dixwaze ku li şûna hilbijartina pêşwext, bo peymana Brexitê hin gav werin avêtin.

Parlamana Brîtanya îro Sêşemê tê girtin û di 14’ê Cotmehê de jinûve vedibe.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.