Kılıçdaroğlu: "Divê mesela Kurd bê çareserkirin"

Serokê CHPê ev çendîn care vê yekê dibêje
کوردستان TV
100%

Serokê Partiya CHP ê ya Tirkiyê Kemal Kılıçdaroğlu tevlî bernameya televîzyona Habertürkê ya bi navê “Teke Tek” bû û ku Fatih Altaylı bernamê peşkeş dikir di gelek mijaran de fikrên xwe û partiya xwe beyan kir.  

Li gor nûçeyeke PeyamaKurd di bernameyê de gelek mijarên girîng hebûn ku yek jê mesela Kurd bû. Kılıçdaroğlu ragihand ku divê mesela Kurd li Tirkiyê çareser bibe. Lê negot bê çawa û kîjan maf divê bo Kurdan bê dayîn.

Kemal Kılıçdaroğlu di mijara ku Tirkiye destekê dide grûbên Sûriyê yên terorîst de Erdoğan rexne kir û got bo çi û çiqas ciyê baweriyêne ku alîkarî dide wan grûban.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.