Biryare îro şandeke Komkara Erebî bi mebesta giftûgo kirin li ser çend mijaran li gel rayedarên Îraqê, serdana Bexdayê bike.
Şanda komkara Erebî bi Serokatiya Emîndarê giştî yê Komkarê Ehmed Ebulxeyit serdana Bexdayê dike û li gel rayedarên Îraqê dicive.
Li gor jêderan vê di civînan de behsa êrîşên Îsraîlê yên bo ser pêgeh û navendên heşda şebî li Îraqê were kirin.
Herwiha vê giftûgo li ser alûgor kirina postê Serokatiya wezîrên Erebî jî were kirin ku biryare piştî Somalê, Îraq ev posta han wer bigire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin