Dadgehê biryara bêtawaniya Demîrtaş der kir

dadwer dibêjin ti tawanek nekiriye
کوردستان TV
100%

Duhê dadgeha cezayên giran ya 19an ya Enqereyê li ser doza Hevserokê berê yê HDP Selahedîn Demîrtaş rûnîştineke din lidar xist.

Dadwerên dadgehê li ser keysa propagende kirin bo teror û handana xelkê ya bo tundûtîjî û terorê tohmetên ku li ser Demîrtaş hatibûn ferizkirin red kirin û diyar kirin ku Demîrtaş ti tawanek nekiriye û têştên li ser vî tên gotin nerastin.

Dadgeh biryara azad kirina Demîrtaş daye lêbelê jiber ku hin çend dozên din yên vî mane, ji girtîgehê nehatiye azadkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.