Amerîka: Tirkiye bidûrxistina kesên hilbijartî fikaran çêdike

dibêje ev pêngaveke antî demokratîke
کوردستان TV
100%

Berdevika Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus ser dûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê axifî.

Ortagus diyar kir ku bidûrxistina bajarvanên hilbijartî û erkdarkirina kesên nehilbijartî fikaran çêdike.

Ortagus got: Em hêvî dikin ku Tirkîye kêşeya xwe bi demokrasîya xwe û bi dîyaloga berfireh ya bi Kurdan re çareser bike.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê di 19’ê de bidûrxistina bajarvanên Amed, Mêrdîn û Wanê ragihandibû û diyar kiribû li şûna wan walîyên wan bajaran hatine erkdar kirin.

Li ser erkdarkirina qeyuman, ji roja duşemê vir ve li Amed, Mêrdîn û Wanê protesto li dar dikevin.

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.