Festîvala defjenînê li Sineyê hate lidarxistin

hijmarek defjenên biyanî jî têde beşdarin
کوردستان TV
100%

Roja Sêşemî 13ê Tebaxê mezintirîn kombûna defjenên Kurdistan û cîhanê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hat lidarxistin û ji duh Çarşemiyê ve jî Nehemîn Festîvala Defjenînê li vî bajarî dest pê kir îro jî berdewam e.

Defjenên Kurdistan, Îran û çend welatên cîhanê yên weke Pakistan û Efxanistanê li Parka Îstiqlal a bajarê Sineyê bi hev re kom bûn û beşdarî di jenîna bikom a defê de kirin.

Di festîvalê de hijmareke zêde defjen ji çend welatên cîhanê jî beşdarin.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.