Demeke dirêje ku di navbera Amerîka û hikûmeta Tirkiyeyê de bo ava kirina navçeya aram li Rojavayê Kurdistanê danûstandineke berfire tê meşandin û bo vê yekê jî heta niha çend car di navbera her du aliyan de civîn hatine lidarxistin.
Tirkiye çavê xwe berdaye Rojavayê Kurdistanê lê Amerîka jî berevanî ji Rojavayê Kurdistanê dike û li ser xaleke hevbeş lihev nakin.
Beriya sê rojan şandeke Amerîkî serdana Tirkiyeyê kir û li gel aliyên Tirk li ser mijarê giftûgo kir, hevdem aliyên Tirkî jî gefên xwe bo êrîş kirinê zêdetir kirine, duhê Erdogan gotibû emê operasiyonê bikin lê Amerîkayê jî gotibû tu nikarî û emê li dijî operasiyona te rawestîn.
Îro jî peyamnêrê Washington Correspondent û The National Joyce Karam, li ser pêgeha xwe ya li twitterê belav kir ku civîna navbera Tirkiye û Amerîkayê bê encam bûye û nakokiyên mezin di navbera her du aliyan de li ser vê mijarê hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin