Çapemeniya Konreya Bakûr îro sêşem belav kir ku hêzên ewlekarî yên welat bi awayekî serkeftî du mûşekên nû cerbandine.
Li gor çapemeniya Koreya Bakûr ev her du mûşek ber bi deriyaya Japonê ve hatine avêtin û program bi awayekî serkeftî hatiye cîhbicîhkirin.
Ji aliyeke din ve jî hikûmeta Japonê dem lidest daxuyanî da û diyar kir ku cerbandina wan mûşekan metirsiyeke gelek cidiye bo ser ewlekariya deverê.
Rayedarên Koreya Bakûr jî ev yek eşkere kirine ku eger zextên Amerîka û Koreya Başûr li ser Koreya Bakûr berdewam bin vê demê ti careyeke wan ji bilî girtine bera rêyên din yên ne dîplomatîkî namîne.
Weke tê zanîn aloziyên navbera Amerîka û Koreya Başûr li gel Koreya Bakûr didomin û heta niha çend car wan her sê alî bo çareserkirina kêşeyên heyî civiyane lêbelê heta niha ti encameke yekalîker nehatiye bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin