Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî di gotareke xwe de yaku bo karmendên wezareta derve ya Îranê pêşkêş kir balkêşande ser çend mijaran bi taybetî aloziyên navbera Îran û Amerîkayê.
Rûhanî diyar kir ku em bo diyalogê li gel her aliyekî bi taybetî Amerîkayê amadene lêbelê Amerîka neamadeye û em jî weke Îran bêyî îzn û fermana Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyê nikarin li gel Amerîkayê danûstandin bikin.
Rûhanî aniye ziman ku eger Amerîka dixwaze li gel Îranê giftûgo bike vê demê lazime tevahiya dorpêçên ser Îranê hilweşîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin