Platforma Rawestandina kuştina jinan bi raporekê ragihand ku di şeş mehên sala 2019’an de, 214 jin li Tirkiyê ji alîyê zilaman ve hatine kuştin û kuştina jinan her meh zêdetir bûye.
Li Tirkiyê rêxistinbûna jinan her çiqas zêde be jî, dîsa jî pêşî li kuştina jina nayê girtin.
Di meha Hezîranê de 40, di Gulanê de 37, di Nîsanê de 36 û di Adarê jî 27 jin hatine kuştin.
Komela Mafên Mirovan (IHD) dide zanîn ku zor û zextên mêran bi her awayî li ser jinan derdikeve pêş û di cihêbûnê de gelek jin rastî tundîtujî yan kuştinê tên.
Li gor nûçeyeke voayê Rêvebirê IHD’ê Racî Bîlîcî dibêje ku sîstema Tirkiyê ya nêr, bingeha tundîya dijî jinan derdixe holê.“Sedemên kuştin û tundîya ser jinan sîstema Tirkiyê ya nêr e jiber ku ruhîyeta nêr di her derê dewletê de cîh girtiye. Heta ev sîstem hebe, êşa jinan jî dê bidome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin