Hesen Ruhanî: Vê her kes zirarê bike

dibêje lazime amerîka dev ji siyasetên xwe berde
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî eşkere kiriye ku ev prosesa ku Amerîka li dijî Îranê daye destpêkirin vê ti zirarekê nede Îranê û eger ev proses bi vê rengî bidome vê demê zirarê bide tevahiya aliyan.

Ev gotinên Ruhanî bo Serokê Franseyê bûne ku di peywendiyeke telefûnî de bihev re giftûgo li ser rêkeftina etomî ya welatên Ewrûpî li gel Îranê kirine.

Ruhanî herwiha eşkere kiriye ku siyasetên Amerîkayê yên li hember Îranê vê bandoreke gelek xirab li ser rewşa deverê bi giştî bikin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.