Li Viennayê civînek li ser rêkeftina etomî tê lidarxistin

dixwazên rêkeftina etomî bidomînin
کوردستان TV
100%

Îro li paytexta Avusturyayê baajrê Vienna welatên ku rêkeftina etomî ya Îranê îmze kirine dicivin û ‎mekanîzmaya domandina rêkeftina etomî gotûbêj dikin.‎

Nûnerên Brîtanya, Fransa, Almanya, Rûsya û Çînê ligel çend berpirsên hikûmeta ‎Îranê bicivin û rê û mekanîzmaya taybet bi parastina rêkeftina etomî gotûbêj bikin.‎

Li gor zanyariyan, di civîna îro ya Viennayê de, nayê pêşbînîkirin ku aliyên beşdar bigihin ‎rêkeftinekê lê wek pispor dibêjin, di civînê de hewl tê dayîn ku Tehran were razîkirin daku ‎danûstandinê ligel Washingtonê bike û bigihin rêkeftineke nû ya etomî.‎

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.