Piştî ku hefteya derbasbûyî çend navendên Heşda Şebî li Îraqê hatin bordimankirin, Heşda Şebî eşkere kiribû ku balefirên Amerîkî navendên me bordiman kiriye, Amerîka ev yek red kir û îro Serokwezîrê Îsraîlê got me ev êrîş pêk aniye.
Li ser vê mêjarê rojnameya Mearif ya Îsraîlî belav kiriye ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kiriye ku hefteya derbasbûyî zaniyarî bo wan hatine ku çend Efserên Îranî û hizbulahê li navendeke heşda şebî ya li Îraqê de bûne, lewre artêşa Îsraîlê balefirên xwe şandiye deverê û ev navenda han bordiman kirine.
Netanyahu eşkere kiriye ku me bi êrîşa han hebûna locistîkî ya Îranê li Îraqê kiriye armanc û em hewl didin daku plana Îranê ya li deverê têk bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin