Karbidestên Amerîkî didin zanîn ku Îranê di nav sînorên xwe de muşekeke balîstîk ceribandiye.
Yek ji berdevikên Qesra Sipî bi navê Hogan Gidley diyar kir ku Îranê dijî toleyên giran yên Amerîkî gaveke wisa avêtiye.
Li gor nûçeyeke voayê Hogan Gidley got: Hûn dibînin ku ew demek e aborîya wan nêzî hilweşînê ye. Gava dikevin tengasîyê, gavên wisa diavêjin.
Gidley bi berdewamî jî da zanîn ku Serok Donald Trump dixwaze bi Îranê re diyalogê çêke.
Trump, Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişandibû û hin toleyên dijî wî welatî jinûve destpê kiribûn.
Tehranê piştî toleyan biryar dabû ku li gor peymanê tevnegere û uranyuma xwe ji berê zêdetir bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin