Ruhanî: Em bo danûstandinan amade ne

dibêje em xwe teslîmê Amerîkayê nakin
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî di gotareke xwe de behsa aloziyên navbera Îran û Amerîkayê kir û anî ziman ku Îran bo danûstandinê amadeye.

Ruhanî di gotara xwe de eşkere kiriye ku Îran bo danûstandineke dadmend li gel Amerîkayê amadeye lêbelê nabe ev danûstandina han bo teslîm girtina Îranê be.

Ruhanî di berdewamiya gotara xwe de tekez li ser vê yekê kiriye ku heta ew li Îranê li ser desthilatê be, vê demê Îran bo danûstandinên qanûnî amadeye lêbelê Îran ti carî ne amadeye ku xwe radest anjî teslîmî aliyeke din bike.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.