Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser gundên navçeya Şerayê bersivandin, 5 dagirker hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyek weşand û ragihandin ku hêzên wan bersiva êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser gundên navçeya Şerayê bersivand.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye: Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawiyê de liv û tevgera xwe li herêma Efrînê zêde kirin, her weha bê navber herêmên başûr û başûrê rojhelatê Efrînê bi taybet gundên navçeya Şera û Şêrawa topran kirin, li hember van êrîşan hêzên me asta berxwedanê bilind kirin û bersiva êrîşên dagirkeriyê dan.
Di dîroka 20ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi obîsan gundên Merenaz, Malikiyê û Şewarixa yên girêdayî navçeya Şera toparan kirin, û di bin sîwana topbaranê de xwestin li derdora gundê Merenazê de pêşde werin. Li ser vî bingehî şer di navbera şervanên me û artêşa dagirker û çeteyên wê de rû da û bêhtirî 6 seatan dirêj kir. Şervanên me hemû êrîş şikandin û vala derxistin. Di encama şer de 5 çeteyên her dû komên çete (Liwa El Şîmal – El Cebha El Şamiyê) hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Her weha 3 leşkerên artêşa dagirker a Tirk jî birîndar bûn.
Hemwextî wê, artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê heta derengiya şevê herêmên sivîlan dan ber topan û ji ber wê ziyanên mezin ên madî gîhişte mal û zeviyên gundên Şewarixa, Malikiyê û Merênazê."
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin