Amerîka: Helwesta me nehatiye guhertin

dibêje emê paşê bêjin ka em çi li Tirkiyeyê dikin
کوردستان TV
100%

Wezîrên berevanî yên Amerîka û Tirkiyeyê bi rêya telefûnê li gel hev, behsa mijara radest kirina pergala berevaniya mûşekî ya S 400 kirin.

Di çarçoveya peywendiya han ya telefûnî de wezîrê berevanî yê Amerîkayê Mark Esper ji wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê Hilûsî Akar re gotiye ku helwesta Amerîkayê ya li hember wergirtina S400an ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye guhertin.

Esper herwiha eşkere kiriye ku vê di demeke nêz de wezareta berevanî ya Amerîkayê li ser vê mijarê daxuyaniyek biweşîne.

Weke tê zanîn di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de li ser S400an aloziyên kûr hene û Amerîka dibêje eger Tirkiye S400 werbigire vê demê dorpêç li ser Tirkiyeyê datîne.

Duhê jî Tirkiye bi fermî hin perçeyên taybet bi S400an ji Rûsyeyê wergirt.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.