Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gotiye ku “Demîrtaşî fikrên xwe bi raya giştî re par ve kiriye, gotinên wî kesî teşwîk an jî tehrîk nake ji bo tundkariyê yan jî serhildana çekdarî”.
Li gor nûçeyeke bianetê dadgehê gotiye ku mafê azadiya xweîfadekirinê ya Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê kevin ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatiye binpêkirin. DMMEyê biryara xwe li gorî Xala 10em a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) daye.
Li gorî vê biryarê wê 2 hezar û 500 Euro tezmînata manewî, 1000 Euro jî ji bo mesrefa dadgehê bidin Demîrtaşê.
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, ji ber axavtina Demîrtaşî ya 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2005an di kanaleke televizyonekê de kiribû, îdianame amade kiribû. Dozgerî îdia kiribû ku Demîrtaşî “propagandaya rêxistinê kiriye”.
Demîrtaş wê demê Serokê Komeleya Mafên Mirovan (İHD) ê Amedê û Berdevkê Platforma Demokratîk a Amedê bûye.
28ê Îlona 2010an, 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 10 meh cezayê girtinê li Demîrtaşî birî bû, lê cezayê wî hatibû taloqkirin.
Dadgeha Bilind jî ev biryar pesend kiribû. Demîrtaşî serî li DMMEyê dabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin