Rûsyayê ragihand ku ji bo radestkirina S400an ti pirsgirêk tine lê li gorî nûçeyên medya amerîkî, Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kiriye ku eger Tirkiye S400an bistîne dê bi encamên giran û rasteqîn re rû bi rû bimîne.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo radestkirina S400an got, “Ji bo S400 bên amadekariyên barkirinê û rêwitiyê didomin. Wezareta berevanî û sererkanî plan dikin bê wê li kû derê bêne bicî kirin.”
‘Tirkiyê dê bi encamên giran re rû bi rû bimîne’
Rayedarekî amerîkî ji CNBCyê re axivî û derbarê kirîna S400an ji Rûsyayê bo Tirkiyê hişyariyên tund dan. Wî rayedarê got, “Eger S400 bo Tirkiyê bên radestkirin, Tirkiyê dê bi encamên rasteqîn û giran rê rû bi rû bimîne.”
Heman rayedarî got ku, “Divê welatên endamê NATOyê techîzatên leşkerî ku bi pergalên NATOyê re bi hemahengî bixebitin tedarîk bikin” û pêşniyar li Tirkiyê ku Amerîkayê pergalên parastina hewayî yên din bikire.
Tevî ku Amerîkayê karta mueyîdeyan jî aniye rojevê, Erdogan jî tê de rayedarên tirk di mijara kirîna S400an de rijd in ku ji Rûsyayê S400an bikirin û gelek caran anîne ziman ku dê ji vê biryara xwe venegerin.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin