Ruhanî peyameke nû da welatên Rojavayî

dibêje em amadene dest bi pêvajoyeke nû bikin
کوردستان TV
100%

Li gel bidawî hatina dema ku beriya niha Îran bo welatên Ewrûpî bo cîhbicîh kirin anjî derketin ji peymannameya etomî diyar kiribû, îro Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî peyameke nû pêşkêşî welatên cîhanê kir.

Ruhanî ji welatên Ewrûpî re got: Eger dorpêçên li ser Îranê werin hilweşandin û rêkeftina etomî yaku li gel Îranê hatiye îmzekirin were parastin, vê demê Îran amadeye dest bi pêvajoyeke nû li gel welatên Ewrûpî û Amerîkayê bike.

Weke tê zanîn aloziyên navbera Îran û Amerîkayê her diçe kûrtir dibin, hin welatên Ewrûpî daxwaza berdewam kirina rêkeftina etomî dikin, Amerîka ji rêkeftinê derketiye û daxwaza hilweşandina rêkeftinê dike û Îran jî gefa zengîn kirina Oraniyuma xwe dike.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.