Reuters: Helwesta Amerîka ya li dijî Tirkiyeyê nehatiye guherin

dibêje Amerîka helwesta xwe neguhertiye
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand ku Amerîka ser helwesta toleyên dijî Tirkiyê ti guherîn nekiriye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê kirîna S-400 ji Rûsya gotibû ku ‘’Trump ser toleyan tiştek negot’’

Serokê Amerîka Donal Trump û Erdogan li G-20 ya li Osaka ya Japonya kom bûbûn.

Erdogan dîyar kiribû ku Trump ser S-400 û firokên F-35 piştgirî daye wan û Trump jî ser nefirotana sîstema muşekan ya Patriot rêvebirîya Obama tawanbar kiribû.

Karbidestên Amerîkî ji Retuersê ragihand ku wan ser toleyên dijî Tirkiyê ti gav bi şûnde neavêtiye.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Mike Andrews dîyar kir ku Washingtonê dîyar kiriye ku ger Tirkiye ji Rûsya S-400’an bistîne ewê bi encamên xirab re rû bi rû bimîne.

Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka jî li Pentagonê got ku di helwesta wan de tiştek neguheriye.

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.