Îro li Hewlêrê bi beşdariya Parêzgarê Hewlêrê û Konsulusê Tirkiyeyê yê li Hewlêrê komcivîna abûriya navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê destpê kir.
Di civîna han de zêdetir ji 50 kompanî û 150 pîşesaz û karsaz ji her du aliyan beşdarin.
Piraniya pîşesaz û kompanî ji bajarên Bakûrê Kurdistanê hatine Başûrê Kurdistanê û dixwazin li ser çend mijaran weke çawetiya berfirtir kirina têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera her du parçeyên Kurdistanê de nîqaş bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin