Li gor çapemeniya Tirkiyeyê duhê hêzên rejîma Sûriyeyê navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Idlibê bi tundî bordiman kirine.
Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku êrîşên hêzên Sûriyeyê yên bo ser xalên çavdêriyê yên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Îdlibê didomin û duhê danê êwarê jî hêzên rejîma Sûriyeyê navendeke leşkerî ya Tirkiyeyê topbaran kirine û rayedarên Tirkiyeyê têkilî li gel Rûsyeyê danîne dak topbaran kirin were rawestandin.
Êrîş li başûrê Îdlibê pêk hatiye û artêşa Tirkiyeyê derbarê zirar û ziyanên xwe de ti agahî nedane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin