Xamneyî: Serê xwe bo Amerîkayê naçemînin

Xamneyî dibêje emê serê xwe neçemînin
کوردستان TV
100%

Rêberê Îranê Elî Xamneyî di gotareke xwe de diyar kir ku ne rejîm û ne jî gelê Îranê bi ti awayî ser xwe li hember gefên Amerîkayê naçemînin û vê li hember Amerîkayê ber xwe bidin.

Xamneyî eşkere kir ku her çend dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê gelek zêde û dijwarên lêbelê ti encameke wan nabe jiber ku gelê Îranê berdewam dibe li ser hewlên xwe yên bo berevanî kirin ji serbixweyî û serweriya xwe.

Ji aliyeke din ve jî wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî bersifa daxuyaniya Trump ku gotibû vê şerê li gel Îranê demdirêj nebe da û got: Amerîka direwan dike û bi ti awayî nikare rejîma Îranê hilweşîne.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.