36 Efser û piledarên din yên artêşa Tirkiyeyê hatin girtin
Di çarçoveya operasiyonên li dijî endamên cemaeta Gulen yên di nava artêşa Tirkiyeyê de, duhê bişev operasiyoneke din ya berfire hate lidarxistin.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di encama operasiyona han de 36 piledarên din yên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta endam bûn di nava cemaeta Gulen de hatine girtin ku 4 ji wan jeneral û 32 yên din jî Efserin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin