Îro seat 8ê sibê bo diyar kirina Serok şaredariya Îstenbûlê, prosesa dengdanê li vê bajarê destpê kir.
Di hilbijartinê de du berbijêr hene ku yek ji wan berbijêrê AKP û MHP Binalî Yildirime û evê din jî kandîdê CHPê û aliyên din yên opozîsyonê Ekrem Îmamoglûye.
Di hilbijartinên 31ê Adarê de berbijêrê CHP sekeftin bidest anî bû lêbelê AKP ev yek qebûl nekir û biryara dubare kirina hilbijartinan da.
Vê îro zêdetir ji 10 miliyon û 500 hezar kes deng bidin.
Li gor encamên rapirsiyan, heta niha berbijêrê CHPê li pêşe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin