Heiko Maas: Ser domandina peyman navokî ti pêşketin çênebû

dibêje me nikarî gavek baş bavêjin
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas piştî serdana Îranê diyar kir ku ser domandina peymana navokî ti pêşveçûn çênebûye.

Maas, piştî ji Îranê vegerîya ji medya Almanî re derbarê serdana Tehranê axifî.

Wî da zanîn ku Tehranê piştî toleyên Amerîka xwestiye ku ji peymana navokî bi temamî vekişe û bi vî awayî girjî gur bûye.

Wezîrê Almanya bi bîr xist ku di meha Nîsanê de bi hevtayê xwe yê Amerîkî Mike Pompeo re jî ser peymanê axifiye.

Maas got: Ger ez a rast bêjim, her du alî jî bi awayekî maqul tevnagerin.

Maas bi berdewamî dîyar kir ku rewşa heyî bo aştiya Rojhilata Navîn û cîhanê gef e û da zanîn ku divê ew rê li ber vê bigirin.

Voa

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.