Wezîrê karê derve yê Elmanyayê Haiko Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nuklerê û ‘çareseriyê’ çû Tahranê. Têpayîn ku Maas bi Serokkomar û wezîrê derve yê Îranê re bicive.
Maas duh bi şeve gihiştiye Tahrana paytexta Îranê. Hat destnîşan kirin ku Heîko Maas îro dê bi Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîfî û Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re hevdîtin bike. Li gorî agahiyan Wezîrê Elmanyayê Maas ji bo hevdîtina li ser peymana nukleerê û çareseriyê çûye Tehranê.
Peymana li ser nukleerê di Tîrmeha 2015’an de hat îmzekirin. Îran, Çîn, Rûsya, Elmanya, Fransa, Îngîltere û DYA’yê ev peyman îmze kiribûn. DYA’yê di Gulana 2018’an de xwe ji peymana nukleer vekişand û dest bi zext û ambargoya li ser Îranê kiribû. Trûmp ji bo ku welatên din jî xwe ji peymanê vekişînin, zextan dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin