Wezareta Derve ya Îranê banga Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ya ser danûstandinên bo çekên navokî red kir.
Macron diyar kiribû ku Parîs û Washington dixwazin ku Îran bernameya xwe ya navokî bi dawî bike û dabû zanîn ku ew dikarin danûstandinên nû bikin.
Li gor nûçeyeke voayê Berdevikê Wezareta Derve ya Îranê Abas Musavî ragihand ku ew xêncî peymana navokî ya sala 2015’an ti danûstandinan qebûl nakin.
Musavî gotiye ku Ewrûpî di bicîhanîna şertên peymanê de û piştî vekişîna Amerîka, ku dijî qanûnê bû, di berevanîya berjewendîyên Îranê de ne baş bûn’’
Serokê Amerîka Donald Trump bo diyalogê banga Tehranê kiribû û gotibû ku Tehran jiber toleyên Amerîkî ketiye rewşeke dijwar.
Musavî diyar kir ku şiroveyên Trump ‘’bêbingeh in û bersîvekê jî heq nake’’
Amerîka par ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişiyabû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin