Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf derbarê Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Mike Pempeo de ragihand ku tîma B ya şiwanê direwker dîsa dest bi direw kirin kiriye û dezgeha îstîxbarata Îsraîlê jî zaniyarên şaş dide wan û li ser esasê wan zaniyariyan Îranê tawanbar dikin.
Zerîf diyar kiriye ku gotinên Pempeo bo tawanbar kirina Îranê li ser bûyerên Fûcîre, Pempeo weke şiwanekî direwker, li ser esasê zaniyariyên şaş yên dezgeha îstîxbarata Îsraîlê, Îran tawanbar dike.
Weke tê zanîn Mike Pempeo ragihandibû ku belge di destê wan de hene ku îsbat dikin Îran êrîşên Fûcîre pêk aniye û vê ew belgehên han radestî civata ewlekariya Netewên Yekgirtî werin kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin