Duhê Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di presskonferansekê de ragihand ku rewşa Kerkûkê gelek aloze û lazime artêşa Îraqê bi hevkarî û hemahengiya li gel hêzên pêşmerge ewlekarî û rewşa Kerkûkê biparêzin.
Ebdulmehdî herwiha diyar kir ku niha Kurdistan mişxûlê dana deynên kompaniyên biyaniye ku di warê petrolê de kar kirine lewre heta niha 250 hezar bermîl petrol nedaye Bexdayê û dema deyin xelas bûn vê petrol were dayîn.
Serokwezîrê Îraqê diyar kir ku bi ti awayî pere û mûçeyên karmendên hikûmeta Kurdistanê nayê qut kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin