Amerîka dorpêçên nû dixe ser Îranê

vê carê petrokîmiyaya Îranê qedexe kir
کوردستان TV
100%

Li gor raporteke Rojnameya WSJ îdareya Trump amadekarî bo vê yekê dike daku dorpêçên nû bixe ser rejîma Îranê.

Rojnameya WSJ belav kiriye ku koşka spî vê carê dixwaze dorpêçên tund bixe ser kerta petrokîmiyaya Îranê.

Li gor raportê vê carê vê tevahiya berhemên kîmiyayî û berhemên petrolê yên Îranê jî dikevin çarçoveya dorpêçan û bi vê awayî Îran nikare tişteke xwe bişîne derve.

Weke tê zanîn Amerîka beriya niha dorpêç danî bû ser petrol û berhemên petrola Îranê û kerta bakdariya Îranê.

Aloziyên navbera Îran û Amerîkayê gehêştine asteke aloz û Amerîka her çend dibêje naxwaze rejîma Îranê biguhere lêbelê dixwaze bi rêya wan dorpêçan rejîmê lawaz bike û Îran jî dibêje emê li ber xwe bidin.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.