Amerîka perwerde kirina pîlotan jî radiwestîne

dema ku Amerîka bo Tirkiyeyê diyar kiribû ber bi dawî ve diçe
کوردستان TV
100%

Li gor rayedarên Amerîkayê, eger Tirkiye dev ji kirîna pergala berevanî ya S400 ber nede, vê demê vê prosesa perwerde kirina balefirvanên Tirk ya li ser balefirên F35 yaku niha li Amerîkayê didome, tê rawestandin.

Ajansa nûçeya ya Reutersê li ser zarê çend berpirsên bilind yên Amerîkayê veguhastiye ku eger hikûmeta Tirkiyeyê di wan rojan de bi temamî dev ji kirîna pergala mûşekî ya S 400 a Rûsî bernede, vê demê Amerîka jî bi temamî prosesa perwerde kirina balefirvanên Tirk li ser bikaranîna balefirên F35 radiwestîne.

Weke tê zanîn ku beriya çend rojan Amerîka du hefte dem dabû Tirkiyeyê daku dev ji S400an berde, beruvajî vê Amerîka dorpêçan li ser Tirkiyeyê deyne.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.