Wezîrê berevanî yê Polonyayê Mariusz Blaszczak ragihand ku hikûmeta welatî vî dixwaze bi mebesta bihêztir kirina pergala berevaniya welatê xwe, balefirên F35 ji Amerîkayê bikire.
Li gor gotinên Mariusz Blaszczak hikûmeta Polonyayê xwesteke xwe ya bo kirîna wan balefiran ji aliyên têkildar yên Amerîkî re diyar kirine û vê di demên pêş de di navbera Amerîka û Polonyayê de li ser vê mijarê giftûgoyên berfire werin kirin.
Hêjayê gotinê ye ku sala derbasbûyî Polonya bo kirîna pergala berevanî ya mûşekî a Patriot li gel Amerîkayê rêkeftinek îmze kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin