Amerîka du hefte mohlet daye Tirkiyeyê

vê NATO jî helwesteke tund nîşanî Tirkiyeyê bide
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke kanala CNBC Amerîka cara herî dawî bi tundî huşdarî daye Tirkiyeyê û jê re gotiye heta du hefteyan dem didim te bo biryara xwe bidî.

Kanala han li ser çend çavkaniyên bawermend yên di îdareya Amerîkayê de veguhastiye ku cara herî dawî rayedarên Amerîkî bi tundî huşdarî dane Tirkiyeyê û bo ku Tirkiye ji kirîna pergala mûşekiya S400 ya Rûsî poşman bibe, du hefte dem daye Tirkiyeyê.

Amerîkî ji Tirkan re gotiye ku lazime di nava du hefteyan de dev ji S400 berdin û pergala Patriot a Amerîkî bikirin beruvajî vê Amerîka dorpêçên curbicur li ser Tirkiyeyê deyne û NATO jî vê helwesteke tund nîşanî Tirkiyeyê bide.

Ji aliyeke din ve wezîrê berevanî yê Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku Tirkiye dev ji S400 bernade û xwe bo dorpêçên Amerîkayê amade dike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.