Hadî Amerî dîsa gef li Amerîkayê kir

dibêje vê Amerîka rastî şikesteke mezin were
کوردستان TV
100%

Serokê tevgera Bedir Hadî Amerî di daxuyaniyeke xwe de ya bo rojnameya Independent gef li Amerîkayê kiriye û gotiye vê Amerîka rastî şikesteke mezin were.

Hadî Amerî diyar kiriye ku eger Amerîka bixwaze li vê deverê dîsa dest bi şereke din bike vê weke Vietnamê dîsa rastî şikesteke gelek mezin bibe.

Amerî tekez li ser vê yekê kiriye ku Amerîka jiber Serokê xwe Donald Trump gelek lawaz bûye.

Ji aliyeke din ve duhê Serkirdeyê çekdarên şiî Esayêb Ehlî Heq, Mehdî Xezelî ku beriya niha bi awayî rojane gef li Amerîkayê dikir, duhê di gotareke xwe de diyar kiriye ku hêzên wan bi ti awayî dijatiya Amerîka û hêzên Amerîkî nakin û di şerê navbera Amerîka û Îranê de alîgirî nakin û bêalî dibin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.