Kati Piri: Li Tirkiyeyê desthilat bi hilbijartinan nayê guhertin

komîsyon duhê biryar da ku hilbijartin werin dubarekirin
کوردستان TV
100%

Piştî biryara komîsyona bilind ya hilbijartinan ya Tirkiyeyê ya li dubare kirina hilbijartinên herêmî li Îstenbûlê, raportera karûbarên Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewrûpayê Kati Piri li ser pêgeha xwe ya li Twitterê daxuyaniyek weşand.

Kati Piri di daxuyaniya xwe de hevdem li gel diyar kirina dilgiraniya xwe ya li hember biryara komîsyonê, diyar kiriye ku ev biryara han îsbat dike ku desthilat û Erdogan rêzê ji deng û îradeya xelkê nagirin.

Piri herwiha diyar kiriye ku êdî li Tirkiyeyê bawerî bi hilbijartinan nemaye jiber ku ji niha û pêde desthilat li Tirkiyeyê bi hilbijartinan nayê guhertin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.